Print this page

Qemyonek ket nav bazara Noelê: 9 mirî 50 birîndar

00:45:45

 

Rojava News: Li paytexta Almanyayê Berlînê qemyonek ket nav bazara Noelê û kesên li bazarê cûtin. Di vê êrîşê de kuştî û birîndar hene.

Hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe.

Li paytexta Almanyayê Berlînê qemyoneke barhilgir ket nav bazareke qelebalix a Noelê û gelek mirov di bin xwe de cûtin.

Medya Almanî radigihîne ku kuştî û birîndar hene. Li gor zanyarîyên dawî hejmara miriyan gihîştiye 9 kesan.

Îşev qemyoneke barhilgir (TIR) li Berlînê xwe li nav qelebalixa bazara Noelê ya li ser kolana Kurfürstendamm xist gelek mirov di bin xwe de cûtin.

Polîsê Berlînê li ser bûyerê ragihand ku 9 kesan can daye û 50 kes jî birîndar bûne. Li gor daxuyaniyên polîsan êrîşeke terorê ye û hemû daneyên cihê bûyerê vê yekê piştrast dikin.

Li gor medya Alman ajokarekî qemyonê hatiye destserkirin, yek jî di pevçûna polîsan de hat kuştin.