Print this page

Şoreşgerên Kolombiyayê ji bo pêvajoya siyasî gaveke girîng avêt!

01:18:41

 

Rojava News: Piştî peymana di navbera Hêzên Çekdar ên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC) û hikumeta Kolombiyayê de ji bo damezirandina partiyeke siyasî ya FARCê gaveke girîng hat avêtin. 6 endamên bêçek ên rêxistinê di binbaskê Kongreyê de mafê nûnertiyê bidest xistin.

Rêxistinê ev geşedan wek ‘dîrokî' binav kir û 6 endamên FARCê yên bêçek bûn endamê komisyona hilbijartinê ya Kolombiyayê. 6 endamên ‘Dengê Aşitî û Lihevkirinê' ji îro pê de wê heta sala 2018a di binbaskê Kongreyê de cih bigirin.

Her 6 endam wê ne xwediyê mafê dengan be lê di dema sepandina peymana aşitiyê de wê nûnertiya FARCê bikin û wê pêkanîna şert û mercên peymanên bişopînin.

Piştî sepandina peymana aşitiyê û rakirina FARCê wê rêxistin wê partiyeke siyasî damezirinîne. Tê payîn ku FARC beşdarî hilbijartinên giştî yên sala 2018a bibe.