Print this page

Enqerê: Êrişa çekdarî li Balyozxaneya Amerîka hat kirin!

12:44:24

 

Rojava News: Hat ragihandin kesekî bi çekê êrişê Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê kir.

 

Li gorî medyaya Tirkiyê kesekî bi çekê êrişî Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê kirî, piştî êrişê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat girtin.

 

Hat gotin ku kesekî bi navê Şahin S. li ber avahiya Balyozxaneya Amerîka ya li ser cadeya Tandogana Enqerê seat derdora 04.00 bi çekê 8-9 gule berdane hewayê.

 

Hêzên ewlehî yên li herêmê midaxeleya Şahin S. kirin û ji bo lêpirsînê ew birin Rêveberiya Ewlehî ya Çankaya Enqeê.

 

Ev êriş di demekê de ye ku duh êvarî  Balyozê Rûsya li Enqerê Andrey Karlov di êrişeke çekdarî de hatibû kuştin li Enqerê bergiriyên ewlehî zêde kiribûn.