Print this page

Zaxarova: "Bi muxalifên sûriyeyî re di nava pêwendiyan de bû"

13:18:02

 

Rojava News: Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku balyozê rûsî Andrey Karlov ji bo aştiyeke mayînde hewl dida ku bi mixalifên surîyeyî re pêwendiyê deyne.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ji bo Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov ku di peşangehekê de rastî êrişa çekdarî hat di hevpeyvîna xwe ya televîzyona Rossiya 1ê de ragihand ku Karlov ji bo piştgiriya çareseriya aştiya Sûriyeyê bike dixwest bi muxalifan re pêwendiyê deyne. Wî dixwest bi muxalifan re diyalogê çêbike.

Mariya Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got: "Andrey Karlov, dizanîbû ku terorîst çawa hatine wî halî, fikrên xwe li herêmê çawa belav dikin û destpêkirina pêvajoya siyasî çikas zahmet e, lewma ji bo aştiyê dixebitî.