Rojava News: Fermandariya Navenda Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên kurdî niha ji %90 Kobanî kontrol kirin.
Daxuyaniya CENTCOMê de wiha hat gotin: “Fermandariya Navenda Hêzên Amerîkayê şervanên wêrek pîroz dike û herwiha ji bo hewldanên wan jî spasiya wan dike.”
Wezareta Derve ya Amerikayê jî ragihand ku ew ji bo serkeftina hêzên kurdî li Kobanî kêfxweşin.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerikayê Jen Psakî di daxuyaniya çapemenî de bal kişand ser wê yekê ku rêxistina DAIŞê girîngî dida Kobanî û got serkeftina li wê derê gelek erênî bû.
Psakî diyar kir ku beşek a mezin hêzên Kurdî ji DAIŞê rizgarkirinê lê agahiyan rizgarkirina tevahiya bajêr piştrast nekir.
Psakî anî ziman ku ewê li herêmê piştevaniya hêzên lî wê derê bikin û got “Hêzên li dijî DAIŞê şerî dikin a niha nêzîkî ji %70 herêm kontrol kirine. Em hemû dizanîn ku DAIŞê gelek giraniya xwe da Kobanî. Tê xuyandin ku ew serneketin û êrişên wê jî hatin pûç kirin.”
Jen Psakî pirsa “Hûn ji hevkariya Tirkiyeya li Kobanî dilxweşin?” wiha bersivand: “Wan her aliyan de alîkarî dan. Em ji bo hevkariya di navbera me de didomin kêfxweşin.”