22:04:05
Rojava News: Berdevkê Koşka Kremlînê, Dmitriy Peskov ragihand, Moskow bo parastina ewlehiya nûneratiyên xwe daxwaza garantiyê li Enqerê kiriye.
Rûsyayê ji bo parastina ewlehiya nûneratiyên xwe yên li Tirkiyê, ji wî welatî garantî xwast.
Berdevkê Koşka Kremlîn, Dmitriy Peskov îro li bajarê Moskowê di konfranseke rojnamevanî de ragihand, Moskowê ji Enqerê xwastiye, ku ewlehiya nûneratiyên dîplomatîk ên Rûsyayê yên li Tirkiyê biparêze û di vê bareyê de garantiyê bide.
Li ser pirsyara, piştî kuştina Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov, aya we ti plan û tedbîrên nû ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk ên li derveyê Rûsyayê hene an na, Peskov bersiv da, ku li gorî peymannameya Viyennayê ya derbarê pêwendiyên dîplomatîk de, berpirsatiya parastina ewlehiya nûneratiyên biyanî di stuyê welatê xwedîmal de ye.
Peskovb tekez kir, ku Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re ragihandiye, ku pêwîst e ewlehiya balyozxane û konsulxaneyên Rûsyayê yên li Tirkiyê were parastin û pêwîst e Enqere wê yekê garantî jî bike.
Peskov di berdewamiya axavtina xwe de got:
“Helbet em ji bo ewlekariya nûnertiyên xwe yên li derve, tedbîran distînin. Lê piştî vê kuştina tirsnak, Pûtîn servîsên istixbaratê û Wezareta Derve ji bo tedbîrên zêdetir erkdar kirin.”