07:49:02
Rojava News: Serokê rûhanî yê katolîkan Papa Francis mehkûmê ku belgeyên aîdî Komîsyona Karên Aborî yên Papayî ya Dewleta Vatîkanê deşîfre kiribûn û ceza xwaribû efû kir. Vatîleaks-2 tê wateya ‘skandala sîxurî ya duyemîn.'
Serokê rûhanî yê katolîkan Papa Francis mehkûmê ku belgeyên aîdî Komîsyona Karên Aborî yên Papayî ya Dewleta Vatîkanê deşîfre kiribûn û ceza xwaribû efû kir. Vatîleaks-2 tê wateya ‘skandala sîxurî ya duyemîn.'
Berdevkê çapamenî yê Vatîkanê Greg Burke di daxuyaniya xwe de ragihand ku Papa Francis ji bo nêzîkbûna cejna xrîstiyanan a mezin a Noelê biryar da ku mehkûmê belgeyên aîdî Komîsyona Karên Aborî yên Papayî ya Dewleta Vatîkanê deşîfre kiribûn û ceza xwaribû Monsenyor Lucio Valeho Balda efû kir û direktif da ku serbest were berdan.
Greg Burge di berdewamiya axaftina xwe de got: "Balda îro ji girtîgehê derdikeve û wê hemû têkiliyên wî ji saziya Papatiyê were birîn û dê vegere Astorga Episkoposluya xwe ya Spanyayê ku jê hatibû.