Rojava News: Li Yûnanîstanê ji destpêka meha Çileyê û pê ve hemû anketan serketina Syrîza nîşan didan.
Dijberê lîberalîzmê Syrîza ya di hilbijartinên 2009'an de bi rêjeya ji sedî 4'an deng stend, serketina wê ya di hilbijartinên dawî de ji gelek aliyan ve tê nîqaşkirin.
Faktora sereke ya di vê serketinê de, weke reda partiyên bijarte yên kevneşop derdikeve pêş.
Piştî dîktatoriyê, di sala 1974'an de bi derbasbûna demokrasiya lîberal re, desthilatdariya li welêt her tim di nava du partiyan de dihat parvekirin.
Ev jî Partiya Sosyalîst PASOK û Partiya Demokrasiya Nû ya rastgir bû.
Polîtîkayên van her du partiyan ku welat di nava krîzan de radigirt û herî dawî anî nuqteya krîza însanî, di tabloya roja îro de rola sereke lîstin.
Her du partî jî hatin cezakirin.
Li gel vê yekê, polîtîkaya şidandina kemberê ya ji sala 2010'an û vir ve di meriyetê de ye, rê li ber texrîbateke cidî ya civakî vekir.
Di roja îro de êdî behsa krîzeke însanî tê kirin.
Rêjeya bêkariyê ya li welêt, ji destpêka sala 2009'an û vir ve bi sê qatan zêde bû. Bi gotineke din ji sedî 25 ê civakê mexdûrê bêkariyê ye.
Mehaneya nîvekirî daket asta 350 Euroyî. Kêmtirîn mûçeya mehane daket 680 Euro.
Ji sedî 25 ê Yûnanan ku temenê wan di ser 65 salî de ye, mehaneyên wan ji sala 2010'an û vir ve ji sedî 40 kêm bûye.
Bi qasî 300 hezar mal, ji ber heqê elektrîkê nekarî bide, di van mehên dawî de bê elektrîk man.
Doktorên li nexweşxaneyên cemaweriyê û saziyên civakî yên sivîl xizmeta bêpere pêşniyar kirin, ketin rewşeke ku daxwazên wan neyên pêşwazîkirin.
Di rewşeke bi vî rengî de, tevgera Syrîza ku qutbûna ji polîtîkayên kevneşopî temsîl dikir, sozên derketina ji krîzê da.
Serokwezîrê heyî yê mûxafazakar Anonîs Samaras, ji bilî bidawîkirnia polîtîkayên şidandina kemberê, ti soz nekarî bide.
Samaras, demeke dirêj hewl da bibe şagirtekî baş ê Troyka ya ji Komîsyona Ewropa, Banka Navendî ya Ewropa û IMF.
Troyka berpirsyarê deynê 320 mîlyar Euroyî yê Yûnanîstan e. Bi vî deynî re di xerckirinên cemaweriyê yên welêt de, bisînorkirinek beriya niha nehatibû dîtin, ket meriyetê.
Lîderê Syrîza Alexîx Tsîpras di mîtînga hilbijartinên dawî de destnîşan kiribû ku ew dixwaze dawî li vê biçûkxistina neteweyî bîne.
Projeya Syrîza, soza çareseriya lêgerînên welatekî di nava krîzê de ye, da.
Tsîpras, bernameyeke gelekî civakî danî pêşiya gel.
Bilindkirina mûçeyê kêmtirîn mîna demên berê û vegera hin karmendan li karê xwe, di nava vê bernameyê de cih girtin.
Her wiha di bernameyê de soz hat dyîn ku ji malbatên elektrîka wan hatiye qutkirin elektrîk bê dayîn û derfetên tedawiyê werin başkirin.
Syrîza li gel vê budçeya xwe ya hevseng, her wiha niyeta xwe ya mayîna li herêma Euro jî nîşan da.
Syrîza beriya her tiştî di kampanya xwe ya hilbijartinê de dengê xwe gihand derdoreke berfireh a hilbijêran.