Rojava News: Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biryara li ser rawestandina avakirina cîwarên nû li Rojhilatê Qûdsê û li hin deverên din ên Filîstînê pesend kir. Îsraîlê li ser biryarê bertekên tund nîşan da.
Li gor biryara bi jimara 2334an a KENYê ji rêvebiriya Îsraîlê hat xwestin ku avakirina cîwarbûna li ser axa Filîstînê rawestîne.
Biryar bi 14 dengên endaman hat qebûlkirin ku di vê pêşnûmaya biryarê de hat xwestin, 'îsraîl demûdest çalakiyên avakirinê bidawî bîne'. Amerîkayê di dengdanê de dengê bêlayan bikar anî ku ev jî bû sedema nerazîbûneke mezin ji aliyê Îsraîlê ve.
Bêlayanbûna Amerîkayê ji aliyê Îsraîlê ve bi tundî hat rexnekirin. Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Yuval Steinitz got, "Ev biryar ne ku li dijî cîwarbûnê ye, li dijî Îsraîlê ye.
Li dijî dewleta Cîhûyan û gelê Cihû ye. Amerîkayê bi awayekî basît tekane dostê xwe yê li Rojhilata Navîn terk kiriye. Ev ji bo Amerîkayê şermek e"