Print this page

Trump, weqfa xwe girt

11:33:56

 

Rojava News: Serokê 45emîn yê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) Donald Trump biryara girtina weqfa xwe da.

Trump girtina weqfa xwe ya ku navê wî lê ye, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand û got bo zirar negihêje serokatiyê wê hinek navber bide karên şexsî û tîcarî.

Berê jî Serdozgerê parêzgehê yê New Yorkê Eric Schneiderman, bi gumana 'sextekariyê' derbarê Weqfa Trump lêpirsîn dabû destpêkirin û berhevkirina pereyan ya bo weqfê ya di nava parêzgehê de qedexe kiribû.