Print this page

Trump: Neteweyên Yekbûyî bûye klûba xwemijûlkirinê

22:12:20

 

Rojava News: Serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump, rexne li Neteweyên Yekbûyî girt û got Neteweyên Yekbûyî xwediyê hêzeke bê sînor e, lê niha bûye klûba civîn û xwemijûlkirinê.

 

Serokê Amerîkayê yê nû Donald Trump di hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê de ragihabd ku Neteweyên Yekbûyî bûye klûbe ji bo hinek kesan ku bi tenê bo derbaskirina demê li wê derê ne, tevî ku ew sazî xwediyê derfetên mezin e jî.

 

Ji ber wê jî bi nerîna Trump heyf û mixabine ku ew sazî di wê rewşê de ye.

 

Trum wiha got: “Digel ku Neteweyên Yekbûyî xwediyê potansiyeleke mezine, lê niha ji bo hinek kesan bûye cihê kombûn û demderbaskirinê." Ev peyama Trump a piştî biryara Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya li dijî Îsraîlê ku li ser axa Filistînê dawî li avadaniyê bîne, bal kişand.

 

Gotinên Tremp di demekê de ne ku beriya çend rojan projeyasaya ragirtina projeyên niştecîbûnê ji aliyê Îsraîlê ve li Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî pesend bû û karvedaneke zêde li pey xwe çêkir. Îsraîlê rexneyên dijwar li pesendkirina wê biryarê kir û Amerîkayê jî veto nekir.