Print this page

Li Stenbol 39 kuştî di encama êrîşeke xwekuj de

12:52:22 PM

RojavaNews: Li bajarê Stenbolê, êrîşeke çekdarî û xwekujî li hola şahiyan a Reinayê hat û di encamê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dan û 65 kes birîndar bûn.

Şeva borî Demjimêr 01.15ê Li bajarê Stenbolê, du kesên çekdar ên bi cilûbergên Baba Noel li hola şahiyan a Reinayê êrîşek pêk anîn. Destpêkê paswanekî û welatiyekî dikujin, piştre diçe nava holê û teqe li beşdarên ahenga sersalê dikin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, di encama êrîşê de 39 kesan jiyana xwe ji dest daye û 69 kes jî birîndar bûne. 

Soylu got; “Heta niha nasnameya 21 kesên jiyana xwe ji dest dane eşkere bûye. Ji van 16 kes biyanî ne. 69 kes jî birîndar in û birîndaar rakirine nexweşxaneyan. Rewşa 4 ji birîndaran giran e. Hêzên ewlekariyê ji bo peydakirina êrîşkaran kar dikin.”

Dema ku êrîşkeran polîsê paswan kuştina û derbasî nava holê bûne, bi kamîreya çavdêriyê hatiye tomarkirin.