Print this page

Gotîrês: emê sala 2017an bikin sala aştiyê

2:10:56 PM

RojavaNews: sekretêrê nû yê Netewên Yekbûyî "Antonio Gotîrês" diyar kir ku dê sala 2017an bike sala aştiyê, û doz kir: "bi min re bin ku em xizmita aştiyê roj bi roj bikin, û em sala 2017an bikin ya aştiyê."

axaftina sekretêr di peyama sala nû de hat piştî dest bi katê xwe kir di cihê Ban Kee Mon de û desya şerê sûriya niha ket destê wî de, di peyama xwe de diyar kir: "di roja yekem de ji sala nû pirseke min heye: em çawa dikarin alîkariya miliyonên mirovan bikin yên di kirîzan dijîn."

herweha navbûrî diyar kir: "her tiştê em rêza dikirin weke mirovan ji rûmet, hêvî û pêşketinê tenê bi aştiyê tê, û aştî em çê dikin."