Print this page

Trump: Tenê kesên bêhiş bi Rûsyayê re têkiliyên baş naxwazin

00:23:06

 

Rojava News: Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump got têkiliyên baş ên bi Rûsyayê re ‘ne tiştekî xerab, tiştekî baş e' û diyar kir ku tenê kesên bêhiş û bodele wê vê yekê nexwazin.

Serokê nû yê Amerîkayê Trump di derbarê têkiliyên Rûsya û Amerîkayê de li ser hesabê xwe yê Twitterê çend daxuyanî dan û got, "Tekiliyên baş ên bi Rûsyayê ne tiştekî xerab, tiştekî baş e. Tenê mirovên ‘bêhiş' an jî kesên bodele difikirin ku wê ev tiştekî xerab be."

Trump anî ziman kul i tevahiya cîhanê jixwe têra xwe pirsgirêkên Amerîkayê hene û dest nîşan kir ku ew piştî serokatiyê bigire Rûsya û welatên din wê hîn zêde rêzê ji Amerîkayê re bigirin.

Trump got, "Em ê bi hevdu re bixebitin û em ê li pirsgirêkên li tevahî cîhanê yên mezin û fişarê dikin, çareser bikin."