Rojava News: Wezareta Darayî ya Amerîkayê Serokê Komîteya Lêpirsînê yê Rûsî Aleksandr Bastrikin jî di nav de, ji bo 5 hemwelatiyên Rûsyayê biryara sepandina toleyan da.
Li gor daxuyaniya wezareta Amerîkî di lîsteye qanûna Magnitskiy de, cî da navên parlamenterê Rûsyayê Andrey Lugovoy, dadgerê derbirinê Stanislav Gordiyevskiy û karsazên Rûsî Dmitriy Kovtun û Gennadiy Plaksin.
Rêveberiya Amerîkayê 14ê Berfanbar a 2016an bi pesendkirina Qanûna Magnitskiy re, bi hinceta binpêkirinên mafên mirovan rê dide sepandina toleyên mîna astengkirina vîzeyê ji bo hemwelatiyên Rûsyayê.