Rojava News: Dîplomatekî pile bilind ê Rûsyayê yê li Yûnanistanê bi mirî hat dîtin.
Li gorî agahiyan, doh duşemî termê dîplomatê pilebilind ê Balyozxaneya Rûsyayê ya li Yûnanistanê bi mirî di nava apartmana wî de hat dîtin.
Balyozxaneya Rûsyayê li Yûnanistanê di daxuyaniyekê piştrast kir, ku dîplomatê rûsî yê li Atînayê, Andrei Malanin, li apartmana ku tê de dima bi mirîtî hat dîtin.
Balyozxaneyê ragihand, ku Malanin ê 55 salî di qata sêyem a apartmanekê de li cadeya İrodu Attiku ya bajarê Atînayê miriye.
Rêveberiya Asayişa Atînayê ji bo zanîna sedema mirina dîplomatê rûsî dest bi lêkolînan kiriye.