Print this page

Pentagon: Me 134 otomobîlên bombebarkirî teqandine

13:18:20

 

Rojava News: Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragihand ku hêza DAIŞê li Mûsilê kêmtir bûye û rêxistin weke berê êrişên xwekujî li dijî hêzên Iraqî encam nade û rêjeya otomobîlên Daişê yên bombebarkirî jî kêm bûne. 

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji dema operasyona kontrolkirina Mûsilê destpê kiriye û heya niha hêzên hevpeymanan 134 otomobîlên DAIŞê yên bombebarkirî teqandine û ji ber vê yekê jî ew dibînin ku weke berê êrîşên xwekujî yên bi otomobîlên bombebarkirî li hemberî hêzên Iraqî nayên kirin. 

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê diyar kir ku li gorî wan zanyariyên ku gihîştine destê wan, hejmareke zêde ya çekdarên DAIŞê jî reviya ne û yên mayî jî hewil didin ku xwe veşêrin.

Herwiha hat gotin ku dema nemana DAIŞê ya li Mûsilê nêzîk bûye û rêxistin bixwe jî vê yekê dizane. 

Berdevekê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê destnîşan kir ku DAIŞ li nava Mûsilê rastî nerazîbûnên xelkê hatiye û xelk li dijî wê rêxistinê radiweste.