13:34:21
Rojava News: Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka John Kirby di civîneke çapemeniyê de ragihand, heta niha ti danûstandineke dîplomasî derbarê derketina PKKê ji Şingalê de nekiriye û Amerîka di pirsa rûbirûbûna terorê de piştevaniya Tirkiyê dike.
Herwiha Kirby got: “Mana PKKê li Şingalê gef e li ser navçê.”
Roja 7 vê mehê Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim serdana Bexdayê kir û di konferansa rojnamegerî ya digel Serokwezîrê Iraqê de got: “Me daxwaz ji Iraqê kiriye, hevkariya me bike, da ku PKK ji Şingalê derkeve, Iraqê jî soz daye ku hemû hewlên xwe bo nehêştina PKKê li Şingalê bike.”
Herwaha duh KCKê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ew ji Şingalê dernakevin. Ne PKK'ê ne û ne fermandarên gerîla ti daxuyaniyek li ser derketina gerîla ji Şengalê nedane.