12:44:26
Rojava News: Serokê Amerîkayê Barak Obama li bajare Chicagoyê di axaftina xwe ya xatirxwestinê de behsa 8 salên borî ya desthilatiya û bangî amerîkiyan kir ku bi hêvî bin.
Serokê Amerîkayê Barak Obama li bajare Chicagoyê di axaftina xwe ya xatirxwestinê de behsa 8 salên borî ya desthilatiya xwe kir û ragihand ku di van 8 salên serokatiya min de mijara ekonomî jî di nav de em di gelek mijaran de biser ketin û niha welat ji roja ku me dest bi wezîfê kir baştir bûye.
Obama di axaftina xwe de bangî amerîkiyan kir ku bi hêvî û bi bîrewer bin. Barak Obama di axaftina xwe ya li McCormick Placeyê de got: "Di van 8 salên borî de zêdetir me deng da daxwazên raya giştî ya Amerîkayê û em ê erka Serokatiya Amerîkayê bê pirsgirêk dewrî Donald Trump bikin.
Di vî 8 salî de me bi Kubayê re rûpelekî nû vekir, bê guleberdanekê me bernameya nûkleerî ya Îranê bi dawî kir û me plankarên 11 Îlonê ji holê rakirin. Ev hemû tişt ne hêsan in."
Obama di dawiya axaftina xwe de bangî gelê Amerîkayê kir "Bi hêvî bin, bi bîrewer bin. Belê em dikarin vê bikin. Erê me ev kir" û gotinên xwe bi dawî kirin.