Print this page

Obama sepandinên li ser Sûdanê rakir!

13:05:53

 

Rojava News: Serokê Amerîkayê Barack Obama, ku dema peywira wî hefteyek maye bi biryarnameyek serokatiyê, fermana rakirina sepandinên bazirganiyê ku ev sale li ser Sûdanê pêk tê hat rakirin.

Daxuyaniya ku ji Qesra Spî ve hat dayîn de fermana serokatiyê "Bi armanca teşwîq kirina performansa di mijarên têkoşîna dijî terorîzmê û mafên mirovan ya li Sûdanê zêde bikin bo 6 mehan paşve hat xistin."

Bi rakirina sepandinan beriya morkirina peyamanên bazirganiyê û di karên bankayan de vedike.

Hate ragihandin ku rêvebiriya Sûdanê gelek ji vê biryarê gelek kêfxweşbûye û dê bandorek mezin li têkiliyeên dualî bike. Ji aliyê din ve Sûdan heya ji lîsteya welatên ku piştgirî dide terorîzmê bê derxistin, têkoşîna xwe ya dijî terorîzmê dewam bike û berfireh bi Washingtonê re bixebitin.

Sûdan di sala 1993an de ji aliyê Amerîkayê ve xiste kategoriya ‘dewletên piştgirî dide terorîzmê', di sala 1997an bi fermana Serokê Dewleta Amerîkayê Bill Clinton sepandin bo vê weletê ket merîteyê.