Print this page

Senetoya Amerîkayê îdiayên Rûsyayê mudexale li hilbijartinê kiriye lêpirsîn da destpêkirin

13:11:28

 

Rojava News: Komîteya Îstîxbarata Senetoya Amerîkayê ragihand ku îdiayên Rûsya bi riya êrişên sîberê mudexale li hilbijartina serokatiya Amerîkayê ya 8ê Mijdarê kiriye, lêpirsîn dane destpêkirin.

Serokê Komîteya Îstîxbaratê û Senatorê Bakurê Carolina Richard Bur û Cigirê Serok û Senator Mark Warner derbarê lêpirsînê de daxuyaniyek hevpar weşandin. Daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku kesên derbarê mijarê, di çerçoveya îdiayên mudexaleya bi riya sîberê ku Rûsya mudexale li hilbijartinê kiriye, dê tevlî lêpirsînê bên kirin.

Hin kesên di rêvebiriya Serokê nû yê Amerîkayê ku hat hilbijartin Donald Trump û Serokê Amerîkayê Barack Obama jî di çerçoveya lêpirsînê de dê jêpirsîna wan bên standin.

Burr û Warnerê daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku em bawerin fêm kirina mudexaleya çalakiyên ku bandorê li Amerîkayê dike çiwase, gelek girîng e.