Print this page

Li Behra spî dîsa felaket: 100 penaber winda ne!

13:16:41

 

Rojava News: Li behra spî keştiya ku nêzîk Lîbyayê koçberên penaber têdebûn noqî avê bû û di encamê de 100 penaber di behrê de winda bûn. Tîmên rizgarkirinê yên Îtalyayê ragehandin heta naha termê 8 kesan ji behrê hatine derxistin û 4 kes jî hatine rizgar kirin.

 

50 kîlometre nêzîk Lîbyayê di behra spî de keştiya ku ji 100 kesan zêdetir penaber têdebûn noqî avê bû.

 

Tîmên rizgarkirinê yên Îtalyayê 4 koçber ji behrê rizgar kirin û termê 8 panaberan jî, ji avê derxistin. Hat ragehandin hîn nijadê penaberan nehatiye diyar kirin.

 

Ji bo rizgarkirina wan penaberên winda bûne rêveberiya sînorên derve ya Yekitiya Ewropayê û ajansa hevkariyê ya operasyonan (FRONTEX) ve girêdayî bi du keştiyan beşdarê xebatên rizgarkirinê dibin.

 

Di sala 2016ê de ji 5000 hezar kesan zêdetir penaber di avê de mirin. Li gor raporta UNHCR ê di sala 2016ê de 5022 penaber dema xwestin biçin Ewropayê jiyana xwe ji dest dan.

 

Di sala 2017ê de jî her du heftiyên destpêkê de ji 1000 kesî zêdetir penaber geheştin Ewropayê.