12:41:12
Rojava News: Li eyaleta Brezîlyayê Natalê serhildana girtiyan a 14 demjimêran berdewam kir de, 26 girtiyan jiyana xwe ji dest da, herwaha hin ji wan bi awayeke serê wan hatî jê kirî hatin dîtin. Hat zanîn di wan her du heftiyên sala nû de kesên ku jiyana xwe ji dest dane hejmara wan gehaşte 125ê.
Li Brezîlyayê di serhildana girtiyan a li bakûrê rojhilatê eyaleta Natalê de, serhildan 14 demjimêran berdewam kir. Li girtîgeha Alcacuz de di navbera du grubên çete de şer û pevçûnên derket zivirî serhildanê û hat zanîn hejmara miriyan jî her ku çû zêde bû. Li gor rayedarên fermî di serhildanê de hejmara kesên ku mirine geheştiye 26 kesan û hat zanîn jî serê hin girtiyan bi awayeke jêkirî hatine dîtin. Li gor wêneyên ku ji torên civakî hatine belav kirin di hejmareke zêde de kes serê wan jêkirî di baxçeyê girtîgehê de li tenişt hev hatine danîn.
Li gor çavkaniyên edlî û bijîşkî jî, bedena gelek mirî û kuştiyan hatiye parçe kirin.