Print this page

Çînê hişyarî da Serokê Amerîkayê Trump!

13:16:48

 

Rojava News: Çînê, bi rêya rojnameya China Daily Serokê Amerîkayê Donald Trump ku siyaseta xwe ya li hemberî Pekînê digurîne hişyar kir û got: "Em ê li hemberî Trump bêmerhemet bin."

Çînê, bi rêya rojnameya China Daily Serokê Amerîkayê Donald Trump ku siyaseta xwe ya li hemberî Pekînê digurîne hişyar kir. Di gotara rojnameya China Daily ku weşana fermî ye de hat gotin: "Em ê li hemberî Trump bêmerhemet bin û ji xeyrî vê tu çareyeke me din tuneye."

Serokê Amerîkayê Donald Trump ku wê di 20ê Rebendanê de wezîfeyê ji Barak Obama dewr bigire di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Wall Street Journalê de ragihand ku dibe ew polîtîkaya xwe ya Çînê biguherînin. Ev daxuyaniya Trump bû sedema berteknîşandina Çînê.

Rojnameya fermî ya Çînê China Daily di gotara xwe ya îro de got: "Heke Donald Trump piştî wezîfeya serokatiya dewr stand zirarê bide têkiliyên dualî û li ser Tayvanê li hemberî Çînê çalakiyên provakatîk dewam bike, Çîn dê li hemberî wî bêmerhemet be û çareyeke me ji vê zêdetir jî tuneye.."