12:21:14
Rojava News: Zîrweya Davosê ya Foruma Ekonomîk a Dinyayê (WEF) ji 100 welatî bi beşdarbûna zêdetirî 3 hezar siyasetmedar, karsaz û aktîvîstî îro destpê dike.
Zîrweya Davosê ya Foruma Ekonomîk a Dinyayê (WEF) îro li bajarokê Davosê yê Swisrayê destpê dike û hetanî 20ê Rebendanê wê bidome.
Di Zîrweya Davosê de zêdetirî 30 serokê dewlet û serokwezîr tevlî dibin. Şi Cinping yekemîn serokê dewletê ye ku tevlî zîrweyê dibe. Herwiha di zîrweyê de Serokwezîra Îngîltereyê Theresa May,
Cîgirê Serokê Amerîkayê Jeo Biden, Serokomarê Azerbeycanê İlhan Aliyev, Serokê Dewleta Ûkraynayê Pyotr Pororşenko û Cîgira Serokwezîrê Rûsyayê Olga Golodets jî tevlî dibe.
Ji aliyê din ve Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ji bo ku tevlî Zîrweya Davosê bibe ji Hewlêrê ber bi Swisrayê ve ketibû rê.