11:51:54
Rojava News: Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov ji bo alîkariya Sûriyeyê bangî saziyên navneteweyî kir û ragihand ku li Sûriyeyê di mijara alîkariya tendirustî de herî zêde 73 herêm pêwistiya wan bi dermanan heye. Rûsya nagihîje ku alîkariya van 73 herêman bike.
Îgor Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em wekî Wezareta Parastin a Rûsyayê saziyên ku banga alîkariyê digihîjine me em wan sewkî herêmên ku herî zêde pêwistî heye dikin."
Konaşenkov di axaftina xwe ragihand ku Wezareta Parastin a Rûsyayê amade ye ku organîzeya sewkita alîkariyên ji bo Sûriyeyê bike.
Dîplomatê rûsî di dirêjiya axaftina xwe got: "Hefteya borî me banga alîkariyê kiribû û Serokê WFP Ertharin Cousin, Serokê UNICEFê Anthony Lake, Cîgirê Sekreterê Kordînatorê Neteweyên Yekbûyî Stephen O'Brien, Midûra Giştî yê Rêxistina Tendirustî a Cihanê Margaret Chan û Komîserê Bilind ê Koçberan ê Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandi ji bo ku bersiveke lezgîn dane banga me em spasyiya wan dikin."