Rojava News: Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura, amaje pê kir ku hevdîtinên li Astanayê înîsiyatîfek giring e, lê hêj zûye ku mirov pêşbiniyek yê erênî ji niha de bêj e.
Mîstûra ku li Astanayê ji bo medyayê komcivînek pêk anî da zanîn hevdîtinên li vir gelek giring in, lê hêj zûye ku ew derheqê vê de ji niha de pêşbiniyên erênî bikin.
Kayrat Abdrahmanov Wezîrê Karên Derveyê Kazakîstanê jî da zanîn wan wan jihevdîtên xwe yên bi nûnerê NYê re encamek erênî derxistiye ku dê dê hevdîtinên Astanayê ji bo hevdîtinên Cenewreyê bingehek erênî be.
Abdrahmanov, diyar kir beriya hevdîtinan atmosferek gelek erênî heye.