Rojava News: Hat diyarkirin ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump amade ye di têkoşîna dijî DAIŞê de bi Rûsyayê re hevkariyê bike.
Berdevkê Koşka Spî Sean Spicer got, 'Heger bi Rûsyayê re yan jî welatekî din re rêya hevkariya têkoşîna dijî DAIŞê hebe û ev li gor berjewendiyên netewî be, em dikarin jê sûde bigirin.'