Print this page

Trump biryara derketina Amerîkayê ji Hevkariya Trans-Pasifikê mor kir

05:49:17

 

Rojava News: Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara erêkirina derketina bo Hevkariya Trans-Pasifikê, mor kir.

Hate diyarkirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ku roja înê ji Barack Obama peywirê wergirt fermana serokatiyê bo vekişandina Hevkariya Trans-Pasifikê (TPP) ya Amerîkayê mor kiriye.

Trump destnîşan kiribû ku Peymana Trans-Pasifik zerarê dide aboriya Amerîkayê.

Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer hefteya borî eşkere kiribû ku derbarê mijarê de dê demek kin de gav biavêjin.