12:05:00
Rojava News: Serokê Amerîkayê Donald Trump îmze avêt biryara çêkirina dîwarê li ser sînora Meksîkê.
Donald Trump di hilbijartinan de soza çêkirina dîwarekî li ser sînora Meksîkê dabû. Niha jî li ser soza xwe, biryara çêkirina dîwarê li ser sînora Meksîkê îmze kir.
Donald Trump ji bo ku penaberên ku bi rêya sînorê Meksîkê derbasî Amerîkayê dibin, bide sekinandin, di dema kempînên hilbijartinan de soz dabû ku dîwarekê li ser sînorê navbera Amerîka û Mekîskê çêbike.
Berdevkê Koşka Spî Sean Spicer diyar kir ku çêkirina dîwar wêdetirê sozê ye û got: “Ji bo parastina sînorên me gaveke pêwîst û biaqilane ye.”
Trump beriya hilbijartinan di axavtinên xwe de gotibû ku ew dê pereyên dîwarê jî ji Meksîkê bigire. Li ser van gotinan Meksîka aşkere kiribû, ew dê vê yekê nepejirînin.