Print this page

Merkel serdana Tirkiyê dike

5:57:11 PM

RojavaNews: Şewirmenda Almanayayê Angela Merkel hefteya bê serdana Tirkiyeyê dike.

Hat zanîn Şewirmenda Almanyayê Angela Merkel dê 2ê Sibatê roja pêncşemê serdana Tirkiyeyê bike. Biryar e di çarçoveya serdana xwe de digel Serokomarê Tirkiyeyê  Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim bicive.

Merkel dê serdana xwe de behsa rewşa penaberan û pirsgirêka terorê bike.

Herçiqas di demên dawî de navbera Tirkiye û Almanayayê nexweş be jî, Merkel dixwaze digel Tirkiyeyê danûstandinên wan berdewam be.

Merkelê herî dawî dê 2ê Çiriya Paşîna 2015an de serdana Tirkiyeyê bikira lê ev yek bêdengî hatibû paşxistin.