Print this page

Trump û May civîna rojnamevanî li dar xistin

Rojava News: Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May piştî hevdîtina yekem a li Washingtonê civîna rojnamevanî ya hevpar lidar xistin.

 ‘Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Gabriel dixwaze têkiliyên bi Rûsyayê re bipêş bixe'

Piştî wergirtina erka Seroktiyê li 20ê Rêbendanê, tê ragihandin ku yekem civîna rojnamevanî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump digel Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May tê sazkirin.

Hat zanîn ku di hevdîtinê li ser pêwendiyên kûr ên her du welatan hatiye rawestîn û Trump li ser hevdîtinê daye xuyakirin, 'Em çaverê dikin, girêdanên xwe yên bazirganî, pêwendiyên derve û xebatên xwe yên hevpar bihêz bikin. Rojên bêhempa li pêşiya gelên her du welatan e.'

Trump li hevdîtinê vexwendina May a serdana Brîtanyayê qebûl kir û got, ew ê di nav sala pêşiya me de biçe Londonê û serdana Qralîçe Elizabethê bike.

Trump herwiha diyar kir ku mimkune bi Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re pêwendiyên wan ên baş çêbibin û wiha domand: "Dizanim ku hevdîtinek bi Pûtîn re hatiye sazkirin û em ê bibînin bê çi dibe. Heger em behsa toleyan bikin, niha ji bo wan pir zû ye.'