Print this page

Lavrov: Hevdîtinên Cenevre dê dawiya Sibatê de pêkbên!

13:29:19

 

Rojava News: Wezîrê Derve yê Rusya Sergey Lavrov duh Înê da zanîn ku hevdîtinên aştî yên ser Sûrîyê dê di dawîya Sibatê de destpê bikin.

 

Çav li rê bû ku danûstandin bi çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 8'ê Sibatê de li Cenevrê li dar biketana.

 

Hin nûnerên opozîsyona Sûrîyê û Lavrov duh li ser hevdîtinên Astanayê, li Moskow civînek li dar xistin û piştre daxuyanî dan.

 

Hat gotin: ''Hevdîtinên 8'ê Sibatê ji dawîya meha pêş me re hat taloq kirin,'' Lavrov bê ku sedema taloqkirinê eşkere bike, Lavrov dîyar kir ku ew ji encamên Astana razî ne û wan bernivîsa qanûna bingehîn ya ji bo Sûrîyê jî daye her du alîyên şerê Sûrîyê.

 

Hêjayî gotinê ye ku di civînên Astana de opozîsyona, bi îdîaya hikûmet êrîşên xwe didomîne, hevdîtinên rû bi rû bi rêvebiriya Beşar Esed re red kiribûn. Her du alî di odeyên cuda de rûniştibûn û di ser navbeynkaran re danûstandin kiribûn