Rojava News: Berpirsên bilind ên Pentagonê radighînin ku hêzên asmanî nikarin terorîstên DAIŞ di ddemek kin de jinav bibe û ji bo dawîanîna bi grupa terorîstî ya DAIŞ wê pênc salan dirêj bike.
Berdevkê fermî yê Pentagonê general Jan Kêrbî ji rojnamevanan re ragihand: Em çiqas pêşbîniyekî hûr bikin lê belê weku me pêştir gotibû ku jinavbirina grupa terorîstî ya DAIŞ li Êraq û Sûriyê pêwîstî bi 5 salan heye.
Bi dîtina kêrbî tenê şikestina serbazî nikare dawî li terorîstên DAIŞ bîne belku di warê îdyolojîkî de jî pêwîste bête jinav birin û bi temamî bê tune kirinê.
Berdevkê Pentagonê amaje bi wê yekê jî kir ku tenê hêzên asmanî nikarin wê serkeftinê encam bidin belku pêwîstî bi awayên din ên kar li ser jinavbirina DAIŞ bête kirin.