Print this page

Hollande li dijî Trump bang li YEyê kir

12:06:38

 

Rojava News: Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande, bang li Ewrûpayê kir da ku ew bersiveke xurt bide Serokê DYAyê Donald Trump.

Hollande di lûtkeya welatên ewrûpî ya li paytextê Lîzbon a Portekîzê de banga 'yekitiya li dijî Trump'  li Ewrûpayê kir.

Hollande di dema axaftina xwe de got: 'Divê em bersiveke xurt bidin wî. Niha civaka navnetewî, jê hinekî ditisrin. Ewrûpa ji bo garantiya nirxên xwe yên demokrasiyê divê hêj bi hêztir be û di nava yekitiyek mezin de be.'

Herwiha Hollande behsa memnuniyeta Trump ya ji Brexîta Brîtanyayê kir û got dema ew bo welatên din ên Ewrûpayê behsa brexîtê bike, divê Ewrûpa bi hêz tevbigere û li hember wî bibe yek.