Print this page

Dadgehek li DYAyê biryara Trump ya penaberan taloq kir!

12:09:24

 

Rojava News: Dadegehek li DYAyê biryarnameya ku hatina welatiyên 7 welatên Misliman bo DYAyê qedexe dike, bo demekê taloq kir. Herwiha di çarçoveya biryarê de wê kesên li balafirgehan hatin girtin, bêne dersînorkirin.

Hakim Ann Donelley di rûniştina li Dadgeha New Yorkê biryara mayîna welatiyên misilman ên li DYAyê da. Biryarnameya derbarê penaberan bi sedema 'dibe ku dersînorkirina wan kesan bibe sedema zerarên bêveger' bo demekê hat laqokirin.

Biryarnameya ku hatina penaberan ya DYAyê taloq dike û qedexeyê datîne ser hatine welatiyên Iraq, Îran, Sûriye, Sûdan, Lîbya, Somalî û Yemenê roja iniyê kete meriyetê. Di çarçoveya biryarnameyê de li balafirgeha John F. Kennedy ya li New Yorkê 2 welatiyên iraqî hatin binçavkirin.

Li ser vê yekê parêzerên bi ser Yekitiya Azadiya Sivîlan ya Amerîkayê bo ku herdu welatên iraqî serbest bên berdan û biryara Trump ya derbarê welatên Misilman jî bê betalkirin doz vekirin.

Ji aliyê din ve hat amajekirin ku ji şeva şemiyê heta niha hatina 170 kesan ya bo Amerîkayê hatiye astengkirin.