12:59:19
Rojava News: Hejmara dadgehên federal ku bi biryara biryarnameya serokatiyê, hemwelatiyên ku ji welatên misilman derbasî Amerîkayê dibin û wan dersînor neke derket 5an.
Piştî dadgeha federal a New Yorkê 4 dadgehên federal ên din jî biryara biryarnameya serokatiyê ku ji bo 90 rojî hemwelatiyên 7 welatên misilman dersînor dike rawestand.
Dadgehên federal ên eyaletên California, Virgina, Washîngton û Massachusettsê biryara biryarnameya serokatiyê ku hetanî 90 rojî ketina hinek hemwelatiyan bo Amerîkayê qedexe dike rawestand.
Ji Yekîtiya Azadiyên Sivîl ên Amerîkayê grûbek parêzer ji bo 2 hemwelatiyên iraqî ku li Balafirxaneya John F. Kennedyê hatibûn binçavkirin bidin berdan û biryarnameya serokatiyê ya penaberan betal bikin li dadgeha federal doz vekirin. Dadgerê Federal ê New Yorkê Ann Donnelly bi sedema ku dersînorkirina wan dibe bibe sebeba zirareke ku nayê telafîkirin biryara mana 2 hemwelatiyên iraqî li Amerîkayê da.