Print this page

Almanya û Swêd biryara Trump raxnekirin!

22:54:10

 

Rojava News: Angela Merkel û Stefan Lofven rexne li biryara Trumo bo qedexekirina derbasbasbûna welatiyên 7 wealtên misilman bo nav Amerîkayê girtin.

Angela Merkel û Stefan Lofven rexne li biryara Trumo bo qedexekirina derbasbasbûna welatiyên 7 wealtên misilman bo nav Amerîkayê girtin.

Navenda Nûçeyan – Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a nedayîna vîzeyê bo welatiyên 7 welatên misilman, rexne kir.

Angela Merkel di serdana xwe ya bo Swêdê de, li paytexta wî welatî bajarê Stockholmê bi Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven re beşdarî konferansa çapemeniyê bû.

Merkel di wê konfransa rojnamevanî de, li ser biryara Trump a qedexekirina derbasbûna welatiyên 7 welatên misilman û herwiha koçberan bo nav axa Amerîalyê axivî û ragihand, di têkoşîna li dijî terorê de mirov nikare li nijad û baweriyan mêze bike.

Merkel got: “Li gor reng, nijad û baweriya mirovan, têkoşîna li dijî terorê nayê meşandin.”

Angela Merkel bal kişande ser giringiya rêkevtina bi Tirkiyê re ya derbarê koçberan de û diyar kir, ku divê rêkevtineke bi vî rengî bi Merakêş (Mexrîb) û Misirê re jî bê kirin.

Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven jî li ser biryara Trump axivî û eşkere kir, ku ew li hember wê biryara rêveberiya nû ya Amerîkayê bi fikar in.

 

Stefan Lofven got: “Biryareke xelet û xemgînker e. Qedexeya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump anî, bandora xwe li ser welatiyên du alî yên Ewropayê jî nîşan da. Divê demildest ji vê biryara xwe vegere.”