Print this page

De Mistûra: Wê civînên Cenevê li 20ê Sibatê werin lidarxistin

23:12:56

 

Rojava News: Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Staffan de Mistûra ragihand ku dê civînên Cenevê yê 8ê Sibatê hatibûn plankirin li 20ê Sibatê pêk werin.

Nûnerê Taybet ê NYyê yê Sûriyê Staffan de Mistûra, serî li Konseya Ewlekariyê ya NYyê da ku li şûna 8ê Sibatê civînên aştiyê yên ji bo Sûriyê li 20ê Sibatê li Ceneva Swîsreyê werin li dar xistin.

Balyozê Moskowê yê li Sûriyê Riyad Heddad gotibû, ji bo civînên Cenevê li dawiya meha sibatê werin lidarxistin de Mistûra bi wan pêwendî daniye.

Nûnerê Taybet ê NYyê yê Sûriyê Staffan de Mistûra ragihandibû ku ew dikarin li civînên Cenevê ji encamên hevdîtinên Astanaya paytexta Kazakîstanê sûde werbigirin.