Print this page

Trump: Îran dewleta terorîst e!

10:49:24 AM

RojavaNews: Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe de Îranê wek ‘yekemîn dewleta terorîst e' bi nav kir û rêvebiriya berî xwe ji bo îmzekirina peymana bi Tehranê re rexne kir.

Donald Trump di axaftina xwe ya Bill O'Reillyê televîzyona Fox News de rêvebiriya berî xwe ya Barak Obama ji bo îmzekirina peymana nûkleerî rexne kir û got: "Ev peymana herî xirab e ku di jiyana xwe de ez rastî hatime. Li gel ku tu sebeb tunebû jî rêvebiriya Obama çû ew peyman îmze kir."

Trump di berdewamiya axaftina xwe de pirsa ‘ hûnê ji peymanê vekişin an na bersivand û got: "Ez dikarim vê bêjim, welatê me ne di xema wan de ye. Ew yekemîn dewleta terorîst in. Pere û çekan dişînin her alî."

Serokê Amerîkayê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Tu rêza wan li hemberî welatê me tuneye, niha bigotana em tev bi hev re ne min ê fêhm bikira û ez ê bi peymanê ve girêdayîbûma, lê niha tam berovajî vê dikin. Cesaret wergirtine niha balafirên me taqîp dikin û li dora bot û keştiyên me diçin û tên. Ew jî dizanin kesî ehmeq ku bikaribe vê peymanê îmze bike tuneye lewma rêza xwe li hemberî me winda kirin."