Rojava News: Wezareta Derve ya Kazaxistanê ragehand ku, bi armanca çavdêriya agirbesta li Sûriyê nûnerê her yek ji Rûsya, Tirkiyê, Îran û Neteweyên yekbûyî careke din li Astanayê dicivin.
Derbarê wê civînê de Berdevkê Wezareta Derve ya Kazaxistanê ji Rutersê re daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, bi armanca danîna mîkanîzmekê ji çavdêriya agirbesta li Sûriyê hatî ragehandin biryare îro, nûnerê Rûsya, Tirkiyê û Îran, herwiha nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Astanayê bicivin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Kazaxistanê da zanîn ku, çaverê dikin di wê civînê de nûnerê Ûrdinê jî beşdar bibin.
Berî niha di 23ê û 24ê meha borî de civîna yekemîn a Astanayê hatibû li darxistin, civîn bi serpereştiya Rûsya, Tirkiyê û Îranê bû, herwiha şanda rejîma Sûriyê û şandek ji grûpên çekdar a Opozîsyona Sûriyê beşdarbûbûn, li gor ancamên wê civînê hemû alî li ser cîbecîkirina agirbestekê lihev kiribûn.
Ji aliyeke din ve Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di daxuyaniyekê de ragehandibû ku, civînên Astanayê di navbera Rejîma Sûriyê û Opozîsyona wî welatî bo çareserkirina kirîza Sûriyê bûn.