Print this page

Google, Facebook, Apple û Twitter jî dijî biryara Trump derketin

00:59:41

 

Rojava News: 97 kompaniyên Amerîkî li dijî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a qedexeya vîzeyê li ser 7 welatên misilman dest bi hewildaneke hiqûqî kirin.

Danezana dijderketina biryara Trump ji aliyê kompaniyên herî mezin ên Amerîkayê yên wekî; Google, Apple, Microsoft, Facebook, Twitter, Intel û Netflix jî hat îmzekirin.

Di danezanê de hat gotin ku biryara Trump li dijî qanûnên koçberiyê ye û bi wê biryarê destûra bingehîn a Amerîkayê hatiye binpêkirin.

Danezana 97 kompaniyan ku rêveberên wan kompaniyan îmze daniye bin, ji Dadgeha Betalkirina Biryaran a San Francisco ya 9an re hat pêşkeşkirin.