01:33:10
Rojava News: Piştî ku hat eşkerekirin ku Serokê Berê yê Parlementoya Ewropayê Martin Schulz namzedê serokwezîriyê yê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (PSD) ye, partiyên Yekîtiya Kirîstiyanan (CDU/CSU) a ku Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel pêşengiya wê dike, kete paş PSDê.
Li gor anketa rojnameya Bildê, piştgiriya gel a ji bo PSDê li derdora ji sedî 20 e û ji piştgiriya gel a ji bo CDU/CSUyê zêdetir e.
Li gor lêkolîna ku 3 û 6ê Sibatê hatiye kirin, di nava hefteyekê de PSD dengên xwe 4 pileyan zêde kiriye û gihiştiye ji sedî 31an.
Partiyên CDU/CSU di heman hefteyê de %1 ji piştgiriya gel ji dest dane û rêjeya wê bûye ji sedî 30.
Piştî hilbijartinan li gor formulên gengaz, piştgiriya “Koalîsyona bi pêşengiya PSDê” ji sedî 61 xuya dike.
Li gorî heman anketê, rêjeya piştgiriya gel ji bo koalîsyona navbera PSDê, Partiya Çepgir û Partiya Kesk jî %48 hatiye diyarkirin.
Di lêkolînê de partiya 3emîn a herî bihêz jî Partiya Alternatîv a ji bo Almanyayê (AfD) xwe nîşan dide. Piştgiriya gel a jib o AfDê li derdora ji sedî 12 ye.
Tê payîn ku Partiya Çepgir ji sedî 10, Partiya Kesk ji sedî 7, Partiya Demokrat a Azad jî li derdora ji sedî 6ê deng werbigirin.
Di lêkolînên din de jî derketibû holê ku PSD a ku Martin Schulz serokatiya wê dike bi pêş dikeve.
Lêkolîna ku ji aliyê ARD DeutschlandTrend ve çend roj berê hatibû kirin, eşkere dikir ku Schulz ketiye pêşiya Merkel.
Herwiha li gor lêkolînan, eger şêwirmend rasterast ji aliyê gel ve bê hilbijartin, piştgiriya gel ji bo Schulz ji sedî 50, piştgiriya bo Merkel jî li derdora ji sedî 34 xuya dike.