Rojava News: Desthilatdariya Korya Bakûr biryar da Jin jî weku mêran leşkeriya neçarî bikin.
Rojnameya Gardiyan a Birîtanya li gorî nûçeyên saziyên ragihandinê yên Korya bakûr ragihandin, da xuya kirin ku desthilatdariya Korya Bakûr leşkeriya neçarî bi ser Jinên Korya Bakûr de sepand.
Li gorî vê biryarê wê li Korya Bakûr jinên di temenê 17 ta 20 saliyên de ne û xwendina xwe ya amadehî û temam kirina, neçarî leşkeriyê bikin.
Hate ragihandin ku desrhilatdariya Koryar hemû nivîsgehên leşkeriya neçarî li welat agahdarkirin ku keçan vexweînin leşkeriyê.
Her wiha hate diyar kirin ku jin bi tenê wê ta temenê 23 saliyê leşkeriyê bikin, di demekê de ku mêr 10 salan li Korya Bakûr leşkeriya neçarî dikin.