Print this page

Li balafirgeha Hamburgê hişyarî!

12:19:58

 

Rojava News: Hat ragihandin ku ji ber madeyeke nedyar li balafirgeha Hamburgê, 50 kesî bi zehmetî nefesa xwe da û stend û çavên wan şewitîn. Bi sedan kes ji balafirgehê hatin derxistin.

Hat ragihandin ku ji ber madeyeke nediyar di pergala hewayê re belav bû, 50 kes birîndar bûne û bi sedan kes ji balafirgehê hatine derxistin.

Li gorî nûçeya Associated Press, 50 kesan gazind kir ji ber bêhna wan çikiyaye û çavên wan şewitîne. Tîmên agirkujiyê ew 50 kes kontrol kirin daku bizanin bê pêwîst e bên rakirin bo nexweşxaneyê yan na.

Ji aliyê din ve, kesên hatibûn derxistin neçar man ku li derve di pileya bin sifirê de bimînin.

Berdevkê balafirgehê Karen Stein diyar kir ku piştî bûyerê, balafirgeh hat girtin û firîna balafiran bo saetekê hat rawestandin.

Li gorî nûçeya Ruetersê, made li cihê ku kontrola ewlekariyê hatiye dîtin.

Malpera bi navê Flightradar24.com  ragihand ku hinek balafir bo balafirgehên din hatin beralîkirin.