Rojava News: Stephen Joseph Harperê Serokwezîrê Kanadayê destnîşan kir ku dijminê wan ê herî mezin cîhadkarên radîkal in.
Serokwezîr Harper dema ku li Rîchmond Hîlla herêma Torontoyê lêkolîn dikir daxuyanî da nûçegihanan û der barê qanûna antî-terorê ya ku pêşniyazî parlementoyê kirin da axivî. Harper diyar kir ku cîhadkarên radîkal li kolanên Kanadayê leşkeran dikujin û wiha pê da çû:
"Terorîzma cîhadkaran ji bo gelê Kanadayê yên li derva û hundirê welêt tehdîd e. Cîhadkarên radîkal ji bo dinyayê dijminên herî mezin in. Heke ev tehdîd neyê dîtin yê xetayeke mezin bê kirin. Pêşeroja cîhadkarên radîkal tune lê ya rastî îro hene. Dijminê me yê herî mezin cîhadkarên radîkal in. Lewra cîhad mafekî mirovahiyê nîne, sedema şer e. Ev tehdît li cihekê din nîne li kolan û kuçeyên me ye. Di hedefa van terorîstan da erf û edetên me hene. Ev pêşniyaza ji bo ku gelê xwe ji tehdîdan biparêzin hat dayîn.
Pêşnûmaya qanûna antî-terorê gelek rayeyên girîng dide destê Serwêsa Îstixbarata Kanadayê (CSÎS). Li gor pêşnûmayê başnîşandana çalakiyên terorê sûc e. Bi pêşnûmayê va CSÎS û ekîbên ewlekariyê dikarin dest bidin ser hesabê kesên şikdar, rêya wan bibirin, bi delîlên kêm va binçav bikin. Heke pêşnûma bibe qanûn, hêzên ewlekariyê dikarin dest bidin ser hesabên medyaya civakî ya kesên şikbar, qeydên kompîtira wan ji wan bistînin û wek delîl bi kar bînin.