Rojava News: Avakarê Microsoft û dewlemendê cihanê yê herî navdar Bill Gates di axaftina xwe ya Konferansa Ewlehî ya Munihê de bal kişand ser ‘biyaterorîzmê'.
Bill Gates di axaftina xwe ya Konferansa Ewlehî ya Munîhê de got: "Terorîst bi mîkrobeke ku çêbikin dikarin salê 30 milyon însanî bikujin û dibe ev hetanî 10-15 salan pêk were.
Avakarê Microsoftê di axaftina xwe ya konferansê de behsa mijareke ku tu pisporên ewlehiyê neanî bû ziman kir û li ser tehdîda ‘biyoterorîzmê' rawestiya. Gates di axaftina xwe hişyarî kir û got: "Terorîst dikarin mîkrobên biyonûkleerî hilberînin û bi vê mîkrobê dikarin salê ji zêdetirî 30 milyon însanî bikujin."
Gates di berdewamiya axaftina xwe de got: "Êrişa terorîstan a bi peyre dibe vîruseke ku li ser compîturê bi endezyariyeke genetîkî hatibe amadekirin bibe. Ev vîrus dibe bi şeklê sentetîk ê nexweşiya çîçekê an jî cureyeke şewkê ku zû belab bibe jî. Hemleyeke wiha ya terorîzmê di nava salekê de dikare zêdetirî 30 milyon însanî bikuje."
Dewlemendê navdar di dawiya axaftina xwe de got: "İhtîmaleke cidî heye ku dinyaya me di nava wî 10-15 salên di pêşiya me de rastî êrişeke wiha bimîne."
02:44:46