Print this page

Li peravên Lîbyayê karesata penaberan: 74 kes mirin

 

Rojava News: Heyva sor a Lîbyayê wek nûçeya lezgîn hin wêne belav kirin û bi deha termê penaberan li perava behra spî hatine rêz kirin.

Li rojavayê Lîbyayê perava Zaviya bi dehan termê penaberan li perava behra spî dan û hat diyar kirin ku li Lîbyayê qayîxeke penaberan noqî avê bûye. Penaber bo ku xwe bigehînin Ewropayê qayîxên ku 150 kesan radikin de derdikevin rêvîtiyê. Lê hat ragehandin ku heta naha ji wê qayîxa ku noqî avê bûyî tenê 74 termên penaberan hatine dîtin.

Rayedaran ragehandin ku ew 74 kesên ku mirine termên wan dê li Trablusê goristana bêkesan de bên veşartin.

Piştî rêya Tirkiyê û Yewnanîstanê ji penaberan re hate girtin, penaber bo xwe bigehînin Ewropa li ser rêya welatê bakûrê Efrîqayê Lîbyayê re dixwazin bigehin Ewropa.

 

10:52:16