Print this page

Serokwezîrê Japonyayê sond xwar: Emê tolê li DAIŞê vekin!

Rojava News: Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe (Şînzo Abê) ji ber kuştina rojnamevanê Japonî yê bi navê Kenjî Goto, bi tundî gef li DAIŞê xwar û ragihand, dê tola welatiyên xwe ji DAIŞê bistînin.

Şeva borî malperên nêzîkî DAIŞê vîdyoyek belav kirin ku tê de çekdarekî DAIŞê serê rojnamevanê Japonî yê bi navê Kenjî Goto jêdikir.

Piştî ku serjêkirina wî rojnamevanê Japonî di cîhanê de deng veda, Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abê derket pêşberî kamerayan û bi çavên girîn got, ez pirs hêrs bûme ji vî karê kirêt û terorîstî.

Şînzo Abê bi tundî gefa tolvekirinê ji DAIŞê xwar û got, em ti carî vê yekê ji wan terorîstan re nahêlin.

DAIŞê hefteya borî jî serê welatiyekî Japonî jêkir. Rêxistinê destpêkê daxwaza 200 milyon dolar ji bo berdana wan welatiyên Japonî kiribû lê piştî ku hikûmeta Tokyoyê daxwazên DAIŞê red kir, her du Japonî ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin.

Çend roj bûn DAIŞê ji dewleta Ordunê xwestibû li hember berdana pîlotê Ordunî yê bi navê Meaz Kesasibe û rojnamevanê Japonî Kenjî Goto, endama DAIŞê ya bi navê Sacide Rîşawî berde lê ev danûstandin bêencam mabûn.