Rojava News: Rêveberiya Amerîkayê yasayên xwe li hemberî koçberên ku mafê rûniştinê nîne tund dike.
Wezîrê Karên Ewlkariya Navxweyî yê Amerîkayê John Kelly duh roja Sêşemê fermannameyek derbarê koçberan de ji dezgeh û saziyên pêwendîdarê şand. John Kelly di fermannameya xwe de ji aliyê pêwendîdar xwestiye ku koçberên ku mafê rûniştinê nîne bila bêbe dersînorkirin.
Herwiha li gorî biryarê kesên belgeyên sexte amade kirine û bedkariya alîkariyên civakî dikin jî dê ji Amerîkayê bêne derxistin.
Di heyama rêveberiya Barack Obama de koçberen ku mafê rûniştinê neheyî eger tawaneke giran bikirana dihatin dersînorkirin. Lê bi fermana nû hatî derxistin de, rê li ber dersînorkirina gelek koçberan vedibe.
Ev ferman beşekê ji biryarnameya Serokê Amerîkayê Donald Trump a di 26ê Çileya îsal de îmze kiriye.
Herwiha di fermannameya Wezareta Karên Ewlkariya Navxweyî yê Amerîkayê ragihandî de tê gotin, kesên ku yasayên koçberiyê binpê bikin dê bêne girtin.
Tê gotin li Amerîkayê 11 milyon koçberan mafê rûniştinê nîne û piraniya wan ji Meksikayê ne.
00:48:50